H’emû nûçe

Parlamênta Ermenîstanê bi xwendina e’wlin proêkta wê qanûnê qebûl kirîye, anegorî k’îjanê dokûmêntên zar’okada gerekê qismên wan bê dîyarkirinê

Parlamênta Ermenîstanê bi xwendina e’wlin proêkta wê qanûnê qebûl kirîye, anegorî k’îjanê dokûmêntên zar’okada gerekê qismên wan bê dîyarkirinê.Ev qanûn ji alîyê frak’sîya “Ermenîstana r’onî”-da hatîye r’aberkirinê. Pr’oêkta qanûnê Armên Êg’yazaryanê parlamêntvan r’aber kiribû. “Em pêşinyar dikin ku nava dokûmênta zar’oka t’ezebûyîda qismê zar’okê bê dîyarkirinê.Anegorî qanûna niha e’seyî nîne ku qismê zar’okê bê dîyarkirinê û r’ûê wê yekêda dora cêrge pirsa, welatîyên me hevr’a qayîl nabin.Xêncî wê yekê navên usa hene, wextê ku meriv ji wî navî t’exmîn nake, ku ew zar’ok keç’e yan kur’e”,- Êg’yazaryan gotibû. Pr’oêkta vê qanûnê ji alîyê 119 parlamêntvanada hatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button