H’emû nûçe

Ermenîstan nava Hevalbendîya Welatên Serbestda dik’eve nava navnîşa pênc welatên k’ifşda, li k’îderê tûrîst dikarin biqesdin

Portala tûrîzmêye TûrStatê bona tûrîstên R’ûsîyayê nava Welatên Hevalbendîya Serbestda kirîye nava navnîşa wan pênc welata, li k’îderê tûrîst dikarin seferên xwe mîyaserkin. Yêrêvan, Sêvan û Cêrmûk li Ermenîstanê, Almat’î, qeza Almat’îyê û Bûrabayî, usa jî Ak’t’aûn li Qazaxstanê, Mînsk, qeza Mînskê û Vîtêbskê li Bêlar’ûsê, Bek’û, Şek’î û Gabala li Adirbêcanê, Bûxara û Samarg’and li Ûzbêkîstanê dik’evine nava alîyê tûrîzmêye k’ifşda. Seferên k’ifş bi k’omên ji pênca h’etanî 15 meriva tên mîyaserkirinê. Bona ger’a h’evtêkê tûrîst hazirin ji h’ezarekî h’etanî 15 h’ezar dollara bona du meriva p’era bidin. Ev navnîş anegorî xwestinên  sefera û pêşnîyarên bona hêsabûnê hatîye hazirkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button