H’emû nûçeSereke

Sargsyanê serokk’omar li Davosê r’astî sedira şêwira Şvêysarîyaêye miletîyê hatîye

Nava dorana h’emcivîna h’emdinîyaêye êkonomîkîda, ya ku li Davosê derbaz dibe, serokê Ermenîstanê Armên Sargsyan r’astî sedira şêwira Şvêysarîyaêye miletîyê Îzabêl Morê hatîye, ya ku usa jî seroka k’oma dostîya Ermenîstanê û Şvêysarîyaêye parlamêntîyêye.Bi bîranîna derheqa seredana xweye li Ermenîstanê, xanim  Morê daye dîyarkirinê,wekî di navbera Ermenîstanê  û Şvêysarîyaêda p’êwendîyên dostîyêye dîrokî hene.Alîya derheqa r’ojeva heleqetîyên dualîda xeberdane, r’ola hevk’arîya di navbera parlamêntada girîng h’esab kirine û fikir dora hevk’arîya nava cêrge govekada p’evguhar’tine. Xeberdan usa jî derheqa pirsên r’êgîyonêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button