H’emû nûçeSereke
Ermenîstan çawa sedira komîtêya şêwira YÛNÊSKO-ye serk’arîkir bo salên 2O2O-2O21-ê hatîye hilbijartinê

Nava dorana konfêransa YÛNÊSKO-ye 4O-da, ya ku 21-ê mijdara sala 2O19-a li P’arîzê derbaz bûye, Ermenîstan çawa endama komîtêya şêwira byûroya YÛNÊSKO-ye navnet’ewîye p’erwerdê bona salên 2O19-2O23-a û çawa endema komîtêya konfêransa h’iqûqîye sereke hatîye hilbijartinê.21-ê meha çile li Jnêvê bi qirara şêwira YÛNÊSKO-ye p’erwerdê Ermenîstan çawa sedira komîtêya şêwira YÛNÊSKO-ye serk’arîkir bona salên 2O2O-2O21-ê hatîye hilbijartinê.Byûroya YÛNÊSKO-ye p’erwerdêye navnet’ewî înstîtûta dereca e’wline, ya ku nava goveka p’erwerdêda piştgirîya p’êşekzanîyê û cêr’ibandinê dide h’emû endamên YÛNÊSKO-ê.