Sereke

K’atibê şêwira bêqezîyabûna Ermenîstanê derheqa welger’andina seroketîya dewletêye li Ermenîstanê e’lam kirîye

K’atibê şêwira bêqezîyabûna Ermenîstanêye miletîyê Armên Grîgoryan  piştî civîna h’ukumata Ermenîstanê e’lamî r’ojne’mevana kirîye,wekî cêr’ibandina welger’andina dewletê hebûye. “Wa gotî opozîsîya yan jî seroketîya berê cêr’ibandine derbê bighînine dewletê. Wana h’emû mecal û meriv dane xebatê. Gelek meriv peyî îdêologîya wan çûne û cêr’ibandine gava biavêjin. Nava encamên wê yekêda ew negihîştine açixîyê”,- ewî gotîye. Bi wê yekêva t’evayî Grîgoryan nexwestîye nava bide û gotîye,wekî cêr’ibandin hatine belakirinê û niha qezîya t’une. Bi wê yekêva t’evayî Armên Grîgoryan daye dîyarkirinê,wekî ew merivên ku t’evî vê prosêsê bûne, layîqî sanksîya bûne, h’etanî derk’etina ji qulixê jî. Bi gotina wî niha h’al tê lêpirsînê, bona ku îş bê vekirinê. Armên Grîgoryan serda zêde kirîye,wekî bona vî meremî mêt’odên cûr’e- cûr’e hatine xebitandinê, ji be’sên fe’ş destprêkirî h’etanî bug’danbêjîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button