H’emû nûçeSereke

Welatên Organîzeya Net’ewên Yekbûyî pêşk’eftina li Ermenîstanêye Dêmokratîk û şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê bilind qîmet kirine

Li Jnêvê li şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye mafên mêriv gotûbêjkirina r’aporta Ermenîstanêye miletîyê derbaz bûye. Ji wezîreta Ermenîstanêye k’arên der r’agîhandine,wekî bi wî meremî dêlêgasîya Ermenîstanêye r’esmî bi serk’arîya cîgirê wezîrê k’arên der Artak Apîtonyan li Jnêvê bû.Cîgirê wezîrê k’arên der r’aport r’aber kirîye û derheqa gavên avîtîda, yên nava goveka mafên mêrivda, werguhastinên qanûndarîyê, praktîka sazbûyîda xeberdaye.Nava axavtina xweda Artak Apîtonyan ew yek îzbat kirîye,wekî pirsa h’ukumata Ermenîstanêye girîng hazirîya seroketîyêye bona p’arastina mafên mêriv û qewînkirina dêmokratîyaêye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî pêwîste ku hevk’arîyê t’evî organên Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bidine k’ûrkirinê.Nêzîkî sed welatên endamên organîzeyê derheqa mafên mêrivî li Ermenîstanê bi axavtinên xweva pêşda hatine. Gelek welata pêşk’eftina dêmokratîyaêye li Ermenîstanê, ya piştî şorişa e’dil, usa jî şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê bilind qîmet kirine.Pêşnîyarên welatên endam wê bên lêk’olînkirinê û t’abîya Ermenîstanêye derheqa wanda wextê civîna şêwirêye meha h’ezîranê wê bêne r’aberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button