H’emû nûçeSîyasî

Bernama COBRAIN bona Ermenîstanê bi k’emala stratêgîva girînge:cîgirê serekwezîr

Çawa ku fîlosofê înglîs Frênsîs Bêkon gotîye, zanebûn qewate û nava r’ojên meda ew yek diha aktûale. Bernama COBRAIN  wê îzinê bide hevk’arîya t’evî zankoyên avropî û merk’ezên zanistî bidine ç’areserkirinê.Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan gotîye. “Ermenîstan bi mecalên kapîtala fînansî û r’êsûrsên t’ebyetî sînorkirîye, ya ku k’emala mezin dide potênsîyala pêşdaçûyîna kapîtala merivatîyê, nava p’erwerdê û doxtirîyê”,-Avînyan gotîye.Ewî guman e’lam kirîye,wekî bi saya mîyaserkirina wê bernamê ew doxtirên ermenî, yên ku li welatên der dixebitin, wê bixwezin paşda veger’ine welatên xwe û doxtirîyê li Ermenîstanê bidine pêşxistinê. “Nêzîkî 9O selefê nexweşîyên mejû nayêne qenckirinê û ev yek bona t’emamîya dinîyaê bûye pirsgirêk. Bo wê yekê jî ev bername, ya ku pêşdaçûyîna wê govekêye, bona Ermenîstanê bi stratêgî girînge”,-cîgirê serekwezîr gotîye.Em bîr bînin wekî sala 2O19-a, meha adarê Ermenîstan cara e’wlin nava bernama “Horîzon 2O2O”-da, bi zankoya doxtirîyêye ser navê Mxît’ar Hêrsaî ser k’et.Pr’oêktê bibe h’îmê înîsîyatîva merk’eza lêk’olînkirina mejû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button