H’emû nûçeSereke

Ji R’ûsîyaê, ŞAY, Kanadayê, Avstralîyayê tên: bona paşdahatina li welêt çi tê kirinê?

Wek’îlê pirsên dîyasporayêyî sereke Zarê Sînanyan caba pirsên Lragîr-am-ê daye. Miqaledar pirs daye wî, ku piştî şorişa li Ermenîstanê heger alîkî bernamêyî sereke paşdahatina li welête, wî çaxî ew xebat nava çi êtapêdanin.Ewî gotîye,wekî nava  vê êtapêda hene meriv ku paşda vediger’ine li welêt, yên ku piştî şorişê dixwezin jîyana xwe li Ermenîstanê berdewamkin.Bi gotina wî meriv h’îmlî ji R’ûsîyayê, ŞAY, Kanadayê, Avstralîyaê paşda vediger’in.Sînanyan paşê axavtina xwe berdewam kirîye û gotîye,wekî ew paşdahatina, derheqa k’îjanêda serekwezîr digot,hela hê t’une û dewlet jî bo wê yekê hela hê hazir nîne, çimkî ewqas cîyên xebatê t’unene, êkonomîka dewletê negihîştîye wê derecê, ku ew paşdahatina biqewime.Merem ewe, ku sala 2O5O-î r’eqema binelîyên Ermenîstanê wê bighîje pênc mîlîonî û zêdayî usa jî k’îsî paşdahatina li welêt dikare bibe.Sînanyan usa jî gotîye,wekî hene cêrge gav ku gerekê bêne avîtinê, li ser k’îjana xebat tê kirinê.Gilî derheqa deşta qanûndarîyêdane, ya ku gerekê anegorî paşdahatina merivabe.Pirsa serekeye e’wlin cîyên xebatêne,çimkî meriv dixwezin, ku eger bêne Ermenîstanê, zar’okên wan jî xwendina baş bistînin.Pirsa duda ewe, ku gerekê êkonomîka lez pêşda her’e, bona ku ew pirs bêne h’elkirinê. Pirsa sisîya ya sag’lemîxweykirinêye, çimkî ew dixwezin bizanibin, ku eger bêne Ermenîstanê, pirsên wane t’endurustîyê wê bêne h’elkirinê, yan na? Pirsa çaraye sereke jî werguhastinên sîstêma meh’kemêye.Nava xeberdana xweda Sînanyan usa jî gotîye,wekî ermenîyên li welatên der li merk’eza Yêrêvanê avaya dik’ir’in û bo wê yekê jî bahê avaya bilind bûye.Xêncî wê yekê girêdayî krîzîsên welatên cînarr’a, ermenî dîsa tên Ermenîstanê û bi aktîvî avaya dik’ir’in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button