H’emû nûçeSereke

Syûrprîz wê sala 2020 -da jî berdewambe: Gabrîyêl Balayan li ser qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Gabrîyêl Balayan bo  sazbûna 28-salîya  damezirandina art’êşa Ermenîtstanê, t’emamîya esker û yên  şih’îdk’etî bimbarek kirîye.Bi r’agîhandina “Armênprêss”-ê derheqa wê yekêda Balayan wextê berevbûna li cîyê r’ûniştandina serokk’omar gotîye: “Pîrozbahîya min bo malbetên şih’îdk’etîyane, yên ku e’mirê xwe dan bo pêşdaçûyîna esker, serbestîya welêt.Ez t’exmîn dikim,wekî hema evin xweyê vê cejinê”,-Balayan da k’ifşê û got,wekî wezîreta p’arastinê gelek mecal pêşda k’işandine bona başkirina h’alê malbetên şih’îdk’etîya.Bi gotina cîgirê wezîr sala 2O19-a li Yêrêvanê  bi 95 selefa pirsa avaya bona wan hatîye r’azîkirinê,lê niha li neh’îya ew berne’me tên mîyaserkirinê:“Em qazinckirina wan leşkera girîng h’esab dikin, k’îjan herr’oj, her dem e’mirê xwe nahêvişînin bona p’arastina welêt”,-Balayan daye k’ifşê.Ewî  usa jî da k’ifşê,wekî sala 2O19-a bêqîmet bûye, wê syûrpîrz sala 2O2O-î jî  berdewambim, lê e’yan nakin, wekî Ermenîstanê sîlih’ên çawa bistîne:“Nava byûcêya sala derbazbûyî û îsalinda bona r’azîkirina wan gelek p’ere hatine başqekirinê.Ez gumanim,wekî  sala 2O2O-î van têndênsa xweykin”,-Balayan da k’ifşê.Sala 1992-a 28-ê meha çile H’ukumatê qirara dîrokîye “Derheqa wezîreta K’omara Ermenîstanêye P’arstinêda” qebûl kir. Bi wê yekê  sazbûna eskerîya Ermenîye Navnet’ewî îzbat bû.Gulana sala 1992-a, wezîreta p’arastinê li ser axa k’omarê çûyîna cahilaye eskerîyêye pêşin dest pêkir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button