Em bona şer’ê pêşer’ojê hazir dibin: şer’ê meha nîsanê înt’ama bilinde t’eslîmkirîbû
“Çetinaya t’ek-t’enê,wekî agirbesta nee’yan werguhêzî şer’ê berfire nabe, eskerê meye”,-derheqa wê yekêda k’atibê prêssayê, yê wezîreta Ermenîstanêyî p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye têlêvîzîyona 24TV-ê.Ewî fikir e’lam kirîye,wekî eskerê Ermenîstanê 28- salîye.Hovhannîsyan daye dîyarkirinê,wekî nava salada, nava şer’ê Arsaxêda bi gihîştina serk’eftinê gerekê bîr bînin,wekî herr’oj ji alîyê leşkerda ew h’emû tişt tê îzbatkirinê.Bi xeberdana derheqa şer’ê meha nîsanêda, k’atibê prêssayê daye dîyarkirinê,wekî ew şer’ înt’ama miletîyê bû, ya ku ji Los Ancêlêsê h’etanî Vladîvostokê, bi dereca gelekî bilind hate t’eslîmkirinê û em herr’oj diha zêde bona şer’ê pêşer’ojê hazir dibin. Arsrûn Hovhannîsyan usa jî derheqa qewilên têxnîka leşkerîda xebredaye.