H’emû nûçeSereke
Mûzêya ce’sûsê ermenîyî lêgêndar wê li p’ayt’extê Ûrisêtêyî başûr bê vekirinê
Li R’ostovê wê mûzêya Gêvorg Vardanyan ce’sûsê sovêtêyî lêgêndar vebe.Ji baylozxana Ermenîstanêye li R’ostovê e’lam kirine,wekî bona çêkirina mûzêyê k’ûç’a ser navê Sêrafîmovîçda p’arç’ê xwelîyê hatîye dayînê.Gêvorg Vardanyan li R’ostovê ji dîya xwe hatîye dinîyaê,bajar’ tê navkirinê p’ayt’extê başûrê R’ûsîyaê. Sala 2O12-a bi navê Gêvorg Vardanyan “Soqaqa R’ostovêye steyrkada” steyrka bi navê wî hate danînê. Sala 1943-a ew nava k’oma nelêgalda bû, yê ku cêr’ibandina ce’sûsîya Almanîya nasîstîyêye kuştina miqabilî Stalîn, Çêrçîl û R’ûzvêlt wextê r’asthatina serk’arê ek’sîhîtlêrîêye T’êhranêda t’er’ibandin.