SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê êrîşa li ser baylozxana ŞAY-ye li Beg’dayê gunek’ar dike

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî êrîşa bi r’okêtaye li ser baylozxana ŞAY-ye li Beg’dayê gunek’ar kirîye û gotîye,wekî avayên dîplomatîke li welêt gerekê bêne p’arastinê.E’lametîya Barzanî peyî wê r’ojêr’a hate belavkirinê,wextê ku pênc r’okêt k’etine li zona Beg’dayêye k’esk, ji k’îjana yek t’eqîyaye û r’ûê wê yekêda cîyên nanxwerina baylozxanê zyanê k’etîye. Serokê K’urdistanê ew yek îzbat kirîye,wekî êrîşên wî cûr’eyî wê zyanê bidine berjewandîyên li Îraqê û qewînbûna li welêt.Ewî usa jî daye fe’mkirinê,wekî mafê navnet’ewî gerekê neyê t’er’ibandinê û zyanê negihînine dîplomatên welatên bîyanî.Bi wê yekêva t’evayî Barzanî gotîye,wekî Îraq bona partîyaên herêmî û navnet’ewî  gerekê nebe deşta şer’k’arîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button