H’emû nûçeSereke

Destanînên Ermenîstanêye girîng nava goveka dêmokratîyaêda hene:seroka ajansa dêmokratîyaê û mafên mêriv

Sala 2O19-a Ermenîstanê nava goveka dêmokratîyaêda gihîştîye destanînên girîng.Derheqa wê yekêda wextê qisa t’evî “ Dengê Amêrîka”-yê, seroka ajansa T’eşkîleta Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropaêye mafên mêriv û dêmokratîyaê Îngêborg Gîsladot’îrê gotîye, ya ku r’oja çarşemê li Waşîngtonê wextê guhdarkirinên komîsîya Kongrêsêye Hêlsînkîyê bi xeberdan pêşda hatîye: “Sala 2O19-a li Ermenîstanê pêşk’eftina baş hatîye k’ifşê. Mîsîya meye dîtindarîyê hilbijartinên li Ermenîstanê çawa yên baş qîmet kir.Ermenîstanê pêşk’eftina berbiç’e’v daye k’ifşê. Em nikarin de’wê bikin, lê meyê bixwesta hinek pêşnîyarên werguhastina, yên nava du govekên girîngda, r’aber bikirana. Gilî derheqa qanûna hilbijartina û werguhstina li bijartinaye bi cûr’ê zelal û nêytraldane”. Seroka ajansê bi meremê gotûbêjkirina pirsgirêkên goveka p’arastina mafên mêriv hatibû t’eglîfkirinê, ku ew wextê guhdarkirinên li kongrêsê hazirbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button