Li Almanîyayê cêrge t’eşkîletên civakî pirsa girtîyên sîîyasîye li T’irk’îyaê anîne r’ojevê. Bi t’aybetî t’eşkîletên almanî guhdarî t’eglîfî li ser girtina serokê partîya Dêmokrasîya Gelayî berê Salh’edîn Dêmîrt’aş,bîznêsmên û şuxulk’arê civakî Osman K’avala û r’ojne’mevan Ah’med Alt’an kirine.Anegorî e’lametîya t’eşkîletên almanîye civakî, T’irk’îya qirarên meh’kema avropîye mafên mêriv h’esab hilnade û bêyî t’u h’îmî yan jî şe’detîya Osman K’avala h’ebsêda xweyî dikin.T’eşkîletên k’ifşkirî bangî kanslêra Almanîyaê Angêla Mêrkêlê dikin, ku t’abîya layîq bona azaberdana girtîyên sîyasîye li T’irk’îyaê bidine k’ifşê û de’wê ji T’irk’îyaê bikin bona ku ew anegorî prînsîpên dewleta h’iqûqî bimînin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Di navbera Îranê û Adirbêcanê de şerekî giran dighîje: pispor19.04.2024, 14:50