H’emû nûçeSereke

Li Çînstanê 4OO welatîyên Ermenîstanê dijîn, lê li merk’eza koronavîrûsê h’evt meriv hene:pirsa derxistina wana tê gotûbêjkirinê

29-ê meha çile cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Avêt Adons r’astî baylozê Çînstanêyî li Ermenîstanê T’îyên Ênr’lûn hatîye.Wextê r’asthatinê alîya h’alê girêdayî vîrûsa t’ezepêşdahatî gotûbêj kirine.T’evbûên r’asthatinê derheqa pirsên welatîyên Ermenîstanêye li qeza Çînstanêyî Hûbê  xeberdane.Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der gotîye,wekî baylozxana Ermenîstanêye li Çînstanê t’evgirêdanên xweye t’evî 4OO welatîyên Ermenîstanê xweyî dike û gav tên avîtinê ku nava sînorê mecalên xweda pirsên welatîyên Ermenîstanê h’elkin.Cîgirê wezîr usa jî gotîye,wekî ew t’evgirêdanên xweye t’evî h’ukumata Çînstanê xweyî dikin.Em bêjin, wekî r’eqema wan meriva, yên ku r’ûê wê vîrûsêda wefat bûne, îdî gihîştîye 132-a, lê ewên ku wê nexweşîyê k’etine gihîştîye 5974 merivî.Qulixdarîyên Çînstanêye anegor e’şaretî dane,wekî h’alê li bajar’ê Ûhanê ji bin kontrolê derk’etîye. Ew têr’a divînin,wekî tiştên xirab hela hê pêşîyêye û diqewime meha tê vîrûs bighîje dereca here bilind. Em bêjin, wekî merivên ku wê ji vîrûsê nexweşe li cêrge welata hatine dîtinê: nava wanda li ŞAY, Avstralîyaê, li Ûkraînayê û welatên mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button