H’emû nûçeSereke

Bona pêşîgirtina koronavîrûsê li fir’egeha “Zvart’nos”-ê kontrola berk’ tê mîyaserkirinê

Bona pêşîgirtina koronavîrûsê h’emû r’êwîyên ku tên Ermenîstnê bi aparata çapkirina germayê tên kontrolkirinê, nenihêr’î wê yekê, ku ew ji k’îderên tên Ermenîstanê.Guhdarîya mexsû tê danînê li ser r’êwîyên ji Çînistanê hatî.Derheqa wê yekêda doktor-vîr’ûsologê li fir’egeha “Zvart’nos”-ê Hayk Karapêtyan gotîye “Armênprêss”-ê. “Guhdarîya mesûs tê danînê li ser r’êwîyên ji Çînistanê hatî, nenihêr’î wê yekê ku welatîyên k’îjan welatîne. Em guhdarîyê didine li ser germaya h’emû r’êwîya. Em wê gavê diavêjin, eger dibînin, paşê e’lamî îdarên anegor dikin”,-Karapêtyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî p’ir’anîya r’êwîyên ji Çînistanê hatî welatîyên Ermenîstanêne.Doktor-vîr’ûsolog daye dîyarkirinê, ku eger şikberî pêşda tê, wî çaxî analîz tê hildanê û wê analîzê dişînine li wan welata, yên ku wî alîda hevk’arîyê dikin, bona ku eşkerekin, ku ew nexweşin yan na.R’eqema nexweşên li Çînistanê gihîştîye 7711 merivî, lê 17O meriv îdî wefat bûne. 29-ê meha çile li Çînistanê 1737 merivên wî cûr’eyî hatine dîtinê, ji k’îjana 38 wefat bûne.3O-ê meha çile li Çînistanê ew r’eqem gihîştîye 12167 meriva. Nêzîkî 89 h’ezar meriv t’evî wan nexweşîya nava pêwendîyada bûne, ji k’îjana 81947  meriv bin kontrola doxtirada bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button