Cîgirê wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der Mîxaîl Bogdanov serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî t’eglîfî li R’ûsîyaê kirîye, ku ew sisê h’ezîranê t’evî forûma êkonomîkîye li Sankt Pêtêbûrgê bibe. Me’srûr Barzanî Mîxaîl Bogdanov qebûl kirîye. Hatîye r’agîhandinê,wekî wextê r’athatinê h’alê li Îraqê û li Herêmê, usa jî pirsên berfirekirina p’êwendîyên dualî hatine gotûbêjkirinê. Bogdanov ji navê serokê R’ûsîyaê Vladîmîr Pûtîn û serekwezîrê R’ûsîyaê Mîxaîl Mîşûstîn silav kirîye û bi r’esmî t’eglîfî li R’ûsîyaê kirîye. Usa jî hatîye dîyarkirnê,wekî alî pirsên girêdayî şerk’arîya dijî DÎŞ-r’a gotûbêj kirine.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close