H’emû nûçeSereke
Serk’arê ştaba qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî Artak Davt’yan li hevaltîya “UAVLAB”-ê qesidîye
Serk’arê ştaba qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî gênêral- lêytênant Artak Davt’yan li hevaltîya “UAVLAB”-ê qesidîye, ya ku çêkirina aparatên bêpîlotva mijûl dibe.Artak Davt’yan nasîya xwe daye aparatên bêpîlote t’eze û mecalên hevk’arîyê gotûbêj kirine.Serokê hevaltîyê Armên Vardanyan modêlên aparataye nû r’aber kirine, yên ku gerekê êtapa cêr’ibandinêr’a derbazbin.Artak Davt’yan pêşnîyarên wek’îlên hevaltîya guhdar kirine û alîyên hevk’arîyê gotûbêj kirine.