SerekeSîyasî

Kampanîya avaîyosîyone Gulf Air-ê fir’înên xweye li Hewilêrê dane dasekinandinê

Kampanîya avîyasîyon, ya p’adişatîya Bahrêynêye Gulf Air-ê dîsa fir’înên xweye berbi p’ayt’exta K’urdistanê-Hewilêrê dane dasekinandinê.Serokê fir’egeha Hewilêrêye navnet’ewî Tara Fayak nava e’lametîya xweda e’lam kirîye,wekî ji dudê mehê destpêkirî, nava h’evtêda, sê cara teyarên Bahrêynê wê bên K’urdstanê.Ewî gotîye,wekî t’evgirêdanên hewêye di navbera Hewilêrê û Bahrêynêda ji h’evt sala zêdetir hatinbûne t’er’ibandinê. H’evtîya derbazbûyî kampanîyaê e’lam kirîye,wekî wê fir’înên xweye berbi Beg’dayê û bajar’ê Nacafê careke mayîn destpêke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button