SerekeSîyasî

Me’zlûm E’vdî:T’irk’îya pişgirîya hindava DAÎŞ-ye li Bakûrê Sûrîyaê berdewam dike

R’oja yekşemê fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zlûm E’vdî r’aporta şêwira bêqezîyabûnê, ya derheqa DAÎŞ-da çawa ya r’ast û zelal nav kirîye.Ewî îzbat kirîye,wekî T’irk’îya hela hê li wan neh’îya piştgirîyê dide DAÎŞ-ê, yên ku ewê li Bakûrê Sûrîyayê dagir kirine. “R’aporta Şêwira Bêqezîyabûnêye derheqa DAÎŞ-da, ya r’ast û zelale. T’irk’îya li wan neh’îya piştgirîyê dide DAÎŞ-ê, yên ku li Bakûrê Sûrîyaê ji alîyê wêda hatine dagirkirinê. Ew r’êsûrsên fînansî û meriva dide wana”,-Me’zlûm E’vdî li ser r’ûp’elê xweyî T’wîttêrê nivîsîye. Paşê ewî daye dîyarkirinê,wekî dewletên Şêwira Bêqezîyabûnê gerekê bi cabdarî bişuxulin, piştgirîyê bidine qewînbûnê û destanînên nava şer’ê dijî têr’orêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button