H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê dereca bilindbûha baha nava Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkîda ya here nimize
Nava welatên Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkîda bilindbûna bahên eşîya dawîya sala 2O19-a O,7 selef bûye, lê ya here bilind li Qazaxstanê bûye û gihîştîye 5,4 selefa.Derheqa wê yekêda sayt’a komîsîya Avrasîyaêye êkonmîkîda hatîye gotinê.Anegorrî feydayên sala 2O19-a, himberî sala 2O18-a li Qazaxstanê û Qirqizstanê biha bilind bûne, lê li welatên mayîn ew kêm bûye. K’anûna sala 2O19-a bilindbûna bahê eşîya li Ermenîstanê O,7 selef bûye, li Bêlar’ûsê 4,7 selef, li Qazaxstanê 4,5, li Qirqizstanê 3,1 selef, lê li R’ûsîyaê sê selef bûye.