Hîvîyêne wekî zûtirekê dîsa 2OO têstên dîyagnostîka koronavîrûsê wê bêne stendinê
Çarê sibatê bi serk’arîya Tîgran Avînyanê cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê, civîna bi sirê, ya komîsîya koordînasîyakirina xebatên bona îzinnedayîna belavbûna koronavîrûsê derbaz bûye. Tîgran Avînyan gotîye, wekî wextê civînê h’alê girêdayî vîrûsa nûr’a hatîye gotûbêjkirinê.Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan h’alê t’omerî, xebatên t’evî hevalk’arên navnet’ewî, piştgirîya hindava welatîyên Ermenîstanêye li Çînistanê r’aber kirîye.Wezîrê sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan gavên ku tên avîtinê, r’aber kirine.Ewî gotîye,wekî zûtirekê wê ji t’eşkîleta h’emdinîyaêye sag’lemîxweykirinê dîsa 2OO têstên bona dîyagnostîkayê wê bêne stendinê.H’etanî sisê sibatê îdî 135O2 nexweş li Çînistanê hene, 414 meriv îdî wefat bûne. 396 meriv qenc bûne, lê deh h’ezar 99O meriv li nexweşxana qencbûna xwe berdewam dikin.