H’emû nûçe

Zankoya Dihokê pr’ojeya nû bona dokûmêntalkirina dînê êzdîya hazir kirîye

Zankoya Dihokê pr’ojeya nû hazir kirîye,bona berevkirin û dokûmêntalkirina qewil û beyt’ên êzdîya.Derheqa wê yekêda amedek’arekî wê pr’ojeyê Dawid Mûrad Xet’arî gotîye Bas Nyûsê. Bi gotina wî meremê pr’ojeyê ewe, ku dîn, çand û e’detên êzdîya bên xweykirinê.Ewî hîvî kirîye,ku li cem k’ê matêrîyalên arşîva, dokûmênt û têk’stên derheqa dînê êzdîyada hene bila berbir’î t’eşkîldarên pr’ojeyê bibin. “Piştî wê yekê, çawa ku em h’emû dokûmêntên anegor berevkin, emê t’evî civîna êzdîyaye R’uh’anî û lîdêrên r’uh’anî p’aravebin, bona ku qayîlîya wan bê stendinê”,-Dawid gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew pr’oje bi saya piştgirîya beşa zankoya Dihokêye Îsmayîl Bêşîkçî tê mîyaserkirinê. “Em têr’a divînin pr’ojeya xwe nava salekêda ser hevda bînin.Bona ku em wê pr’ojeyê bagş ser hevda bînin, emê lêk’olîna t’evî lîdêr û p’êşekzanên êzdîya derbazkin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button