SerekeSîyasî

Serekwezîr Me’srûr Barzanî:em dijî sîstêmên ek’sîhewêye “Patriot” nînin

Wextê hevp’eyvîna t’evî kanala têlêvîzîyonêye Frans 24-ê, serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî e’lam kirîye,wekî r’ola qewata koalîsîyona navnet’ewîye li Îraqê û li Herêma K’urdistanê girînge.Serekwezîr gotîye,wekî k’urd ne dijî wê yekêne, ku sîstêmên ek’sîhewêye “Patriot” li Îraqê bên cîwarkirinê, lê qirara dawî gerekê h’ukumata Îraqê qebûlke.Miqaledarê Frans 24-ê pirs daye Me’srûr Barzanî,wekî gelo t’evî wî hevr’axeberdanên wî cûr’eyî hatine derbazkirinê, yan na? Me’srûr Barzanîyê serekwezîr gotîye,wekî hevr’axeberdan hebûne, lê niha ew hîvîya hevr’axeberdanên t’evî h’ukumata Beg’dayêne.Çawa besriva wê pirsê, ku ew dixwezin ku r’okêtên “Patriot” li Îraqê bên cîwarkirinê,Barzanî gotîye,wekî ew qirar h’ukumata Beg’dayêva girêdaîye û ew dijî wê yekê nînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button