SerekeSîyasî

Sîstêma ek’sîhewêye “Patriot” gerekê li K’urdistanê bê cîwarkirinê

Cîgirê sedirê komîtêya Kongrêsa ŞAY-ye p’êwendîyên der Mayk’l Makkol e’lam kirîye,wekî eger ŞAY sîstêma ek’sîhewêye “Pêtrîot” li Îraqê cîwar bike, wî çaxî ew gerekê li Herêma K’urdistanê bê cîwarkirinê.Wextê hevp’eyvîna t’evî kanala têlêvîzîyona K’urdistan 24-ê Mayk’l Makkol e’lametîya wî cûr’eyî kirîye û daye dîyarkirinê,wekî piştî derbên Îranêye bi r’okêta, ŞAY dixweze bazayên xweye li Îraqê bip’arêze. Kongrêsmên daye dîyakirinê,wekî Îraq gerekê hîvî bike, ku sîstêma “Pêtrîot” li wir cîwarkin û girêdayî wê yekêr’a hevr’axeberdan berdewam dibin. Îraq bi r’esmî gerekê berbir’î ŞAY bibe. Makkol gotîye,wekî Herêma K’urdistanê nava t’emamîya Îraqêda cîyê herî bêqezîyaye. Piştî kuştina gênêralê Îranî Qasim Silêmanî û derbên Îranêye berbi bazayên ŞAY-ye li Îraqê, Pêntagonê e’lam kir,wekî wê r’okêtên “Pêtrîot” li bazayên xweye li wir cîwarke.Wezîrê ŞAY-yî p’arastinê Mark Êspêr jî e’lam kirîye,wekî girêdayî vê pirsêr’a ew hela hê hîvîya qirara h’ukumata Beg’dayêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button