H’emû nûçeSereke

Çêkirina r’îya bakûr -başûr pirseke berne’mên meye girînge:Sûrên Papîkyan

Wezîrê Ermenîstanêyî serk’arîkirina têrîtorîya Sûrên Papîkyan serk’arê serwêrtîya banka Asîya R’oavayê, yê alîyên pirsên transportê û t’evgirêdana Dong Syû Pyo qebûl kirîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye serk’arîkirina têrîtorîya r’agîhandine.Wextê r’asthatinê berne’mên çêkirina r’îyaye li Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê. H’îmlî xeberdana derheqa r’îya bakûr-başûrda çûye. “Çêkirina sivdera r’êye bakûr-başûr berne’meke meye girînge, çawa bona Ermenîstanê, usa jî bona r’êgîyonê”,-Sûrên Papîkyan gotîye.Birêz Pyo e’lam kirîye,wekî banka wan hazire piştgirîyê bide h’ukumatê ku nava we’dê anegorda berne’mê ser hevda bînin.Alîya hazirî e’lam kirine,wekî ew hazirin t’evayî wan pirsa bidine ç’areserkirinê.Em bîr bînin,wekî berne’ma bakûr-başûr, r’îya ku tê çêkirinê 556 kîlomêtre, ya  ku wê ji sînorê Îranê  destpêbe, bighîje  sînorê Gurcistanê û bi wê yekê Ermenîstanê werguhêzî welatê tranzît bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button