H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan serokên sê hêzên opozîsîyon bi efirandina pirsgirêkan ji bo Ermenîstanê di çarçoveya Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkîda tawanbar kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan serokê bloka “Ermenistan” Robêrt Koçaryan, serokê bloka “Ermenîstana bi hêz” Samvêl Karapêtyan û serokê partîya “Ermenistana pêşkeftî” Gagîk Sarûkyan bi wê yekê tawanbar kirîye ku bi rêya têkilîyên xwe ji bo Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de pirsgirêkan diefirînin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê, di çarçoveya kampanya berîya hilbijartinê li herêma Gêxarkûnîkêyî bajarê Martûnîyê  bi niştecîhanra gotîye.

Paşînyan gotîye: “Ez dizanim ku li Martûnîyê fikar hene li ser pêvajoyên ku di çarçoveya Yekîtîya Avropayê de diqewimin. YekîtîyaAvrasîyayêye Êkonomîkî li ser 4 prînsîpên sereke hatîye avakirin: herikîna azad ya kelûpelan, xizmetguzarîyan, ked û çavkanîyên darayî. Hûn zanin, îro partîya sê serî ya şer  di dema hilbijartinan de bi hin têkilî û tiştên di çarçoveya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de ji bo welatê xwe pirsgirêkan diefirîne. Ew ji ber ku fêm dikin ku di hilbijartinan de têk çûne û wê têkçûneke mezin bibînin, di çarçoveya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de têlêfon dikin, diçin û çi ji destê wan tê dikin da ku ji bo welatê me pirsgirêkan biefirînin”.

Ewî behsa axaftina xwe ya bi têlêfonê ya bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re  1 ê hezîranê kirîye.

Paşînyan gotîye:”Serokê Rûsyayê têlefon kirîye îyeda ku rojbûyîna min pîroz bike, lê me di heman demê de axaftinên karsazîyê jî kirin û me li hev kir ku piştî hilbijartinan ez ê dîsa herim, em ê civînê bikin û hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin”.

Di demên dawî de, Rûsyayê çend cara di asta here bilind de bang li rayedarên Ermenîstanê kirîye ku bi lez û bez li ser mijara hilbijartinê di navbera Yekîtîya  Avrasîyayêye  Êkonomîkî û Yekîtîya  Avropayê de biryar bidin. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bang li Ermenîstanê kirîye ku  dema zûtir de li ser vê mijarê rêfêrêndûmê organîze bike. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, di berdêla xwe de, dîyar kirîye ku di vê gavê de ew bingehek ji bo rêfêrandûma usa nabîne, ji ber ku Ermenîstanê serlêdaneke fermî ji bo endametîya di Yekîtîya Avropayê de  raber nekirîye. Serokên çar welatên endam yên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî: Rûsyayê, Qazaxistanê, Bêlarûsê û Qirqizistanê jî daxuyanîyek pejirandine û bang li Ermenîstanê kirine ku rêfêrandûmê li dar bixe.

Li gel daxuyanîyên ku bang li Ermenîstanê dikin ku helwestekê nîşan bide, Rûsyayê di demên dawî de sînorkirin li ser îtxalkirina gelek kelûpelên ermenî ferz kirîye. Bi taybetî, Rûsyayê îtxalkirina gul, hin vexwarinên alkolî, berhemên mesîyan û ava mînêral ya “Cêrmûk” ê ji Ermenîstanê qedexe kirîye û sînorkirin li ser îtxalkirina sebze û fêkîyên ermenî ferz kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button