SerekeSîyasî

Barzanî bona piştgirîya hert’imî r’azalixî e’lamî Fransîyayê kirîye

Lîdêrê k’urdî e’yan, sedirê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî r’oja pêncşemê baylozê Fransîyaêyî li Îraqê Brûno Obêr qebûl kirîye.Barzanî r’abîya Fransîyaêye “Dostî”-ê, ya nava êtapên cuda-cudada daye dîyarkirinê û Fransîya çawa welatê prînsîpa qîmetîya r’aber kirîye.Lîdêrê k’urd usa jî înîsîyatîva Fransîyaêye sala par bilind qîmet kirîye, wextê ku zar’oka k’urd bona qenckirinê qebûl kirin, ya ku wextê opêrasyîona li K’urdistana Sûrîyaê birîndar bibû. Obêrê bayloz gotîye,wekî welatê wî wê p’êwendîyên başe t’evî K’urdistanê xweyke û gumane, ku heleqetîyên dualî wê pêşer’ojêda jî qewînbin.Xeberdan usa jî derheqa protêstokirinên li Îraqê, çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button