Sereke

Avtomaşîna Gagarîn, ya ku li Ermenîstanêye, wê li Moskvayê bê firotanê

Avtomobîla ku cara e’wlin Yûrî Gagarîn têda bûye, wê li Moskvayê wextê aûk’sîyonê bê firotanê.Gilî derheqa avtomaşîna ZÎL-111-ne, bi k’îjanê Gagarîn ji fir’îna li e’rşê e’zmîne e’wlin paşda veger’îya û bi wê avtomaşînê çû Krêmlê. Ji wan avtomaşîna 12 h’eb hatine çêkirinê.Ji wana yek p’êşk’êşî Fîdêl Kastro kiribûn. Yûrî Gagarîn t’enê carekê k’etîye vê avtomaşînê, 14-ê nîsana sala 1961-ê. Ji wî çaxîda ew avtomaşîne nehatîye destdayînê.Bi t’omerî 35 h’ezar kîlomêtr hatîye ajotinê.Nava wan salada ew avtomaşîne sekinî bûye. Frotana wê 15-ê sibatê wê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button