SerekeSîyasî

Ermenîstan û R’ûsîya nava pirsên girîngda li ser xeta pêşin sekinîne:baylozê R’ûsîyaê

Girêdayî r’oja dîplomatên r’ûsr’a, xebatk’arên baylozxana R’ûsîyaêye li Ermenîstanê bi serk’arîya Sêrgêy Kopîrkînê bayloz kölîlk danîne li ber heykelê dostên cime’ta ermenî, şayîrê r’ûsî e’yan û dîplomat Alêk’sêndr Grîboyêdov. Bi xeberdana derheqa h’alê heleqetîyên ermenîya-r’ûsada, Sêrgêy Kopîrkînê bayloz gotîye,wekî heleqetîyên ermenîya-r’ûsa li ser dereca bilindin. “Ew yek tiştekî e’yane, em t’ifaqdarin, hevk’arên stratêgîne, lê cime’tên ermenî û r’ûs birane.Ew usa jî nava heleqetîyên meye dîplomatîda tê k’ifşê, yên ku bi întênsîvî pêşda diçin”.-Kopîrkîn gotîye. Xebatk’arên baylozxanê usa jî li cîyên meg’berên dîplomatên ermenî qesidîne, kulîlk danîne li ber wan. “Bi dîrok û tradîsîyaên vî cûr’eîye dewlemendva ez difikirim,wekî em gerekê hevk’arîyê bikin, çimkî pirsên meye t’omerî , usa jî berjewandîyên t’omerî hene.Nava gelek pirsên girînda em hema li ser xeta pêşin sekinîne.Ew yek girînge, R’ûsîya wê yekê qîmet dike”,-Kopîrkîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button