SerekeSîyasî

ŞAY wê dokûmêntên arşîvên Îraqêye derheqa Anfalêda t’eslîmî Îraqê bike

Wezîrê Îraqêyî kûltûrayê û tûrîzmê, E’bdilemîr H’emedanî e’lam kirîye,wekî dokûmêntên arşîva derheqa k’omkujîya Anfalda, yên ku li ŞAY-ne, wê cîguhastî Îraqê bikin.R’ojne’ma  “Ês-Sabah”-ê r’agîhandîye,wekî ew dokûmêntên derheqa k’omkujîya Anfalê û cuhîyên Îraqîda wê ji ŞAY bighînine Îraqê.H’emedanî gotîye,wekî ev matêrîyalên arşîvê ji avayê ce’sûsîya Îraqê hatibûne hiladanê û biribûne ŞAY wextê ku ŞAY sala 2OO3-a k’etibû Îraqê. H’emedanî gotîye,wekî dokûmêntên derheqa cuhîyên îraqîda wê sala 2O21-ê wextê çend p’êşengeha bêne r’aberkirinê. Ewî usa jî gotîye,wekî dokûmêntên girêdayî k’omkujîya Anfalêr’a niha li ştata amêrîkîye Kar’olînaêye û wê  sala 2O21-ê t’eslîmî Îraqê bikin. Anfal navê berne’ma k’omkujîya k’urdên başûrê K’urdistanêye, ya ku ji sala 1987-a h’etanî sala 1989-a hatîye mîyaserkirinê. K’omkujîya k’urdaye e’wlin sala 1983-a hate mîyaserkirinê, wextê ku destpê kirin ji e’şîra barzan mêrên ji 15-salî destpêkirî bidine qet’ilkirinê. Leşkerên îraqî ew berev dikirin û dibirine alîyên nee’yan.Hema wî cûr’eyî jî k’omkujîya Anfalê  hate mîyaserkirinê, ya  bi  serk’arîya Sedem H’usêyn û  pismamê  wî  E’lî H’esen Al Mecît.Bi t’omerî hildayî, anegorî h’esabên t’eşkîletên  mafp’arêze navnet’ewî 182 h’ezar k’urd hatine qet’ilkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button