Em t’evî tene, Çînistan: olk’a ermenî vîdêoya piştgirîyê bona çîna belav kirîye
Olk’a ermenîye li Çînistanê vîdêoyek belav kirîye,bi k’îjanê piştgirîya xweye hindava şer’k’arîya çînaye dijî koronavîrûsê tê r’aberkirinê.Vîdêoyêda hatîye dîyarkirinê,wekî ermenîyên ku li Honkongê û li Ermenîstanê dijîn, Çînistanê h’iz dikin û ew gumanin,wekî ewê bikaribin hindava koronavîrûsê ser bik’evin.Vîdêyo ji alîyê sedirê olk’a ermenîye li Honkongê Hênrî Arslanyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda belav kirîye.Ewî nivîsîye,wekî ew bi olk’a ermenîye li Çînistanê fir’nax dibe, ya ku bi meremê piştgirîyê pêşda tê.Vîdêoyêda Arslanyan bi axavtin pêşda tê. “Hevalên çîne h’izkirî, ez gumnim,wekî hûn zanin wekî nava we’dê çetinda olk’a ermenî û h’emû ermenîyên dinîyaê wê piştgirîyê bidine we”,- ew dibêje.Eva îdî serê çend h’evtîyaye, ku Çînistan dijî koronavîrûsê şer’k’arîyê dike, ya ku xêncî Çînisîanê usa jî li welatên dinîayêye mayîn belav bûye, r’ûê çida gelek meriv wefat bûne.