H’emû nûçeSereke

Serekwezîr:yektîya nivîsk’arên k’urd r’ola girîng nava p’arastina zimanê k’urdîda dilîze

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî girêdyî 5O-salîya sazbûna yektîya nivîsk’arên k’urdr’a bi xeberdan pêşda hatîye.Serekwezîr derheqa girîngîya r’ola nivîsk’arên k’urdda xeberdaye û gotîye,wekî r’ola yektîyê nava p’arastin û xweykirina zimanê k’urdîda girînge.Nava axavtina xweda serekwezîr serokê yektîya nivîsk’arên k’urdr’a û endamên yektîyêr’a açixî xwestine û ew pîroz kirine.Nava axavtina xweda Me’srûr Barzanî gotîye: “Bêşik, r’ola nivîsk’arên k’urd, ya nava r’onahîkirina cime’ta K’urdistanê, berfirebûna wêjeyê, berfirebûn û xweykirina zimanê k’urdîda bêqîmete”.Bi xeberdana derheqa emekê nivîsk’arên k’urdda, serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî yektîya nivîsk’arên k’urd  bi xebatên xweye bêqîmetva cime’ta K’urdistanê daye r’onahîkirinê.Serekwezîr açixî bo nivîsk’arên k’urd nava xweykirin û wêjeyêda xwestîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button