Wek’îlê şêwira T’el T’amirêye leşkerî, ya ku t’evî qewatên xwep’arastina herêmê hatîye sazkirinê, Demhat Birûsk e’lam kirîye,wekî cahilên herêmê gerekê berevbin, ku dijî okûpasîya t’irka şer’k’arîyê bikin.Demhat Birûsk e’lam kirîye,wekî li bajar’ê T’el T’amirê welatîyên k’urd, e’reb û aşûrî dijîn û ew bin qezîya okûpasîya t’irkdanin.Bo wê yekê jî wana qirar kirîye şêwira leşkerî sazkin, ku binelîyên cî û t’opraxa xwe bip’arêzin. Ewî gotîye,wekî cahilên gund dik’evine nava t’eşkîla şêwirê.Ew berbir’î cahilên Serkanîyê bûye û bang kirîye ku ew bighîjine şêwira leşkerî ku t’opraxên okûpasîyakirî aza bikin, ne t’enê T’el T’amirê, lê usa jî gundên dor-bera.Ewî gotîye,wekî ewê h’etanî wî çaxî şer’k’arîyê bikin h’etanî ku dagirkirina t’irk nesekine û ewê h’eyfa şih’îda hildin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Di navbera Îranê û Adirbêcanê de şerekî giran dighîje: pispor19.04.2024, 14:50