H’emû nûçeSereke

Nîkol P’aşînyanê t’evî vekirina h’emcivmîna bêqezîyabûnêye li Myûnxênê bibe

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr 13-15-ê sibatê bi seredana xebatêva  her’e K’omara Almanîyaêye Fêdêral. Derheqa wê yekêda ji admînîstrasîya serekwezîr e’lamî “Armênprêss”-ê kirine.Nava dorana seredanêda serekwezîrê li Bêr’lînê r’astî kanslêra Almanîyayê Angêla Mêrkêlê bê. Herdu endamên welata wê  bona r’ojene’mevana bi e’lametîyava pêşda bên. Nîkol P’aşînyanê  usa jî r’astî serokê Bûndêst’agê Volfgang Şoyblê bê.Serk’arê welêt partîya sosîyal-dêmokrataye li  fonda Frîdrîx Êbêrt’ wê r’astî  endamên Almanîyaêye zanistîyê bê.14-ê sibatê serekwezîrê her’e Myûnxênê, li k’îderê t’evî vekirina h’emcivîna Myûnxênêye bêqezîyabûnê bibe. Nava dorana h’emcivînêda gelek r’asthatinên dualî têr’a hatine dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button