Wezîreta Îraqeye k’arên der li li p’ayt’extê K’urdistanê-Hewlêrê ofîsa xwe vekirîye.Li ber ofîsê ew yek bi heyteholî hatîye derbazkirinê, li k’îderê wek’îlên h’ukumata Îraqê û h’ukumata K’urdistanê hazir bûne.Serokê beşa Herêma K’urdistanêye k’arên der Safîn Dîzayî wextê vekirinê bi xeberdan pêşda hatîye û gotîye,wekî bi vekirina ofîsa wezîreta Îraqêye k’arên der, mecalên welatîyên herêmê wê hebin bêyî çûyîna li Beg’dayê pirsên xwe cîda h’elkin.Dîzayî usa jî daye dîyarkirinê,wekî bi vekirina ofîsê heleqetîyên Beg’dayê û Hewlêrê wê bighîjine dereceke baş. Çend r’oj pêşda ofîsa wezîreta Îraqêye k’arên der li bajar’ê Silêmanîyê hatîye vekirinê.Bi vê yekê welatîyên K’urdistanê wê bikarin bêyî çûyîna li Beg’dayê pirsên xweye vîzayê û yên mayîn cîda h’elkin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close