Seroketîya Almanîyayê ji yekê meha çileda begemî daye wê yekê, ku sîlih’ên nû bifroşine wan welata, yên ku piştgirîyê didine alîyên nava konflîkta Lîbîyayêda.Derheqa wê yekêda bi hîvîkirina parlamêntvanê partîya Bûndêst’agêye Ç’epa, Sêvîm Dagdêlên nava bersiva h’ukumatêda hatîye gotinê.Beşa mezin, ya nêzîkî 4,2 mîlîyon yêvro ya Qeterêye, Mîrtîyên E’reba bahê 5O-î h’ezar 5OO yêvroyî sîlih’ k’ir’îye, T’irk’îya bahê 18 h’ezar 6OO yêvro, lê Misirê bahê 462O yêvroyî k’ir’îye.Dagdêlên bang kirîye ku sîlih’a nefiroşine wan welata, yên ku piştgirîyê didine alîyên nava konflîktêda.Meha çileda li Bêr’lînê girêdayî pirsa Lîbîyaêyêr’a h’emcivîn hatîye derbazkirinê û t’evbûên wê p’evk’etine piştgirîya qedexeya frotana sîlih’a bikin.Civîna bi sirê wê meha adarê li Bêr’lînê derbazbe.
Herwiha kontr’ol bike
Close