H’emû nûçeSereke

Cejina ermenîye kevinare Têrêndêz li Ermenîstnê cejineke h’izkirîye, k’îjnê 13-ê sibatê didine k’ifşê

Dîroka cejina Têrêndêzêye li Ermenîstanê we’dê pêşîya hatina Îsava girêdaîye.Ev cejin çawa sîmvola wê yekêye, ku ji zivstanê derbazî biharê dibin.Ev cejin wê yekêva girêdaîye,wekî pêşda berbir’î xwedêyê agir Vahagin dibûn.Anegorî lêgêndê,Vahagin ji agirê xwedêtîyêyî Te’va sibe zû xuliqîye, yê ku ew zîya kuştîye, k’îjanî kanîya avê dip’arast û dewsa qurbanîyên ji alîyê merivada dayî av dida cime’tê.Piştî derk’etina avê t’opa dinîyayê gulveda.Bi vî cûr’eyî agir usa dike, ku hindava zivstanê ser bik’evin.We’dê kevinarda ev cejin çawa fêstîvala h’işyarbûna t’ebyetê didane k’ifşê, çimkî meriva h’esab dikir,wekî şikênandina serma zivstanê bi alîk’arîya agir dikarin bikin.Bo wê yekê jî wextê cejina Têrêndêzê agir vêdixistin bona ku alî Te’vê bikin û hatina biharê bidine lezêxistinê.Cime’tê bawar dikir,wekî piştî cejina Têrêndêzê hewa germ dibû.Piştî qebûlkirina mesîhîtîyê ew cejin h’esab kirin çawa cejineke dêrêye sereke.Wextê cejina Têrêndêzê  h’ewşên malada agir vêdixin, dixwezî gundadabe, dixwezî bajar’adabe û ser agirr’a banzdidin.Patrîyarxê t’emamîya ermenîya Garêgînê Duda ev r’oj e’lam kir çawa  r’oja dua’kirina cahilên t’ezezewicî.Hema 14-ê sibatê cahilên t’ezezewicî li dêrê tên dua’kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button