Fermandarîya qewatên k’urdaye pêşmerga e’lam kirîye,wekî Îraq nikare wan neh’îyên k’urda bip’arêze, yên ku ji bin serk’arîkirina Herêma K’urdistanê derin.Fermandarên pêşmerga nava vê mehêda îdî çend cara li ser h’idûdê bajar’ê K’ifrîyê t’evî wek’îlên h’ukumata Îraqêye leşkerî hevr’axeberdan derbaz kirine.Wextê hevr’axeberdana hatîye e’lamkirinê,wekî bêyî pêşmerga eskerên îraqî wê nikaribe bêqezîyabûna li neh’îyên K’urdistanê ç’areser bike.Paşê nava e’lametîya fermandarîyêda hatîye gotinê,wekî nava du h’evtîyada hevr’axeberdan hatine derbazkirinê, bona ku bêqezîyabûna li wan neh’îya bê ç’areserkirinê.Wek’îlên eskerên Îraqê derheqa piştgirîya hindava pêşmergada e’lam kirine.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Di navbera Îranê û Adirbêcanê de şerekî giran dighîje: pispor19.04.2024, 14:50