Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî r’astî k’oma parlamêntvanên Îraqêye k’urd hatîye, bona ku pirsa sazkirina yektîya t’evaîye li Beg’dayê gotûbêj bikin.Wextê r’asthatinê Barzanî pr’ojeya pêşnîyara r’aberî serokê frak’sîyayên nava parlamênta Îraqêda kir, k’îjanêda bi hûrgilî derheqa merem û borcdarîyada hatîye dîyarkirinê.Parlamêntvana hîvî kirine, ku wê pêşnîyarê lê binihêr’in û nava r’ojên nêzîkda şirove bikin.Parlamêntvan Cemal K’oçer derheqa vê yekêda gotîye Bas Nyûsê û serda zêde kirîye,wekî hîvîyêne, ku h’evtîya tê careke mayîn r’astî serokê K’urdistanê bên.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close