Dêpartamênta ŞAY-ye dewletê wê 641 h’ezar dolara bide bona pêşdabirina “kûltûra dêmokratîyayêye” li Ermenîstanê
Byûroya dêpartamênta ŞAY-ye dêmokratîyayê, mafên mêriv û p’êwendîyên xebatê têr’a divîne ji 641 h’ezar dolara zêdetir bide bona pêşdabirina “kûltûra dêmokrtîyayê”-ye li Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda malp’er’a wezîreta ŞAY-ye k’arên derda hatîye gotinê. “Meremê vê berne’mê ewe, ku li Ermenîstanê civaka sîvîl bikaribe înformasîya ner’ast eşkereke û bi h’ukumê xwe wê yekê bide milahîmkirinê”,-nava dokûmêntêda hatîye gotinê.Nava doranên berne’mêda p’êşekzan dikarin h’îmên bêqezîyabûna înformasîyon r’aberî welatîyên Ermenîstanê bikin, bo ku ew bikaribin ji êrîşên întêrnêtêda xwe bip’arêzin.Têr’a tê dîtinê,wekî berne’me wê dereca civakêye înformasîyon bide bilindkirinê.Berne’meyê ji 18-a h’etanî 24 meha bik’işîne, lê fînansekirina wêye r’ast wê bighîje 641 h’ezar 975 dolara.