H’emû nûçe

Ermenîstanê cigarek’işandinêr’a got na:k’engê û li k’îderê cigarek’işandinê bê qedexekirinê

Parlamênta Ermenîstanê pr’ojeya qanûna derheqa qedexekirin û kêmkirina cigarek’işandinêda qebûl kirîye.Anegorî qanûnê li avayên  sergirtîda cigarek’işandin tê qedexekirinê.Gilî derheqa li cîyên civakîdane, li transporta civakî, li nexweşxana, merk’ezên doxtirîyê, merk’ezên xwendinê û çandê û meydanên zar’okada.Eger şofêrê transporta civakî wextê ajotina avtomaşînê cigarê bik’işîne, wî çaxî cirma dehcarî mi’aşa wî wê bê danînê li ser şofêr.R’êklamkirina cigarê jî hatîye kêmkirinê.Cigarek’işandin wê usa jî li cîyê nanxwerina civakî him li avayên sergirtî û usa jî yên vekirî bê qedexekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button