H’ukumata Îraqê îşiqa k’esk daye berdewamkirina mîsîya NATO-ye li welêt. Derheqa wê yekêda k’atibê NATO-yî sereke Yêns Stoltênbêrg gotîye piştî wê yekê, wextê ku Îraqê de’w kirîye ku qewatên bîyanî ji welêt gerekê derk’evin. “H’ukumata Îraqê xwestina xwe îzbat kirîye, ku piştgirîya bi şêwirdarî û t’e’lîmkirina qewatên Îraqêye sîlih’kirî ji alîyê NATO-da bê berfirekirinê.Emê li Îraqê ewqasî bimînin, h’etanî ku li vir me silav dikin”,-Stoltênbêrg gotîye.T’e’lîmkirina ji alîyê NATO-êda, ya bi serk’arîya Kanadayê, ji sala 2O18-da destpê bûye û bo wê yekê 5OO leşker berev bûne.Ce’dandinên NATO-ye t’e’lîmkirinê opêrasîyonên leşkerîva girêdayî nînin.
Gotarên eynî
Sêkrêtarê ewlehkarîyê wê beşdarî hevdîtina navneteweyî, ya wekîlên koordînasîyakirina pirsên ewlehkarîyê nebe
25.04.2024, 12:45
Partîyayên kurdên Tirkîyayê û organîzeyên wan bangî Enqerê kirine ku înkarkirina komkujîya Ermenî bidine sekinandinê
25.04.2024, 10:37
Herwiha kontr’ol bike
Close - “Yêrêvan xeber dide” 23. 04. 202423.04.2024, 20:05