H’emû nûçeSereke

Payîzê li Bêr’lînê merk’eza ermenîye înovasîyon “T’ÛMO” wê bê vekirinê:Mêrkêl

Kanslêra Almanîyayê sala 2O18-a li merk’eza “TÛMO”-êye li Yêrêvanê qesidîye û ew merk’ez ji alîyê wêda hatîye begemkirinê.Merk’eza têk’nolocîyaên krêatîv “T’ÛMO” wê îsal payîzê li Bêr’lînê bê vekirinê.Derheqa wê yekêda kanslêra Almanîyaê Angêla Mêrkêlê wextê r’athatina t’evî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan, gotîye. “Sala 2O18-a, wextê seredana mine li Ermenîstanê ez li merk’eza “ T’ÛMO”-ye li Yêrêvanê qesidîm û min ew gelekî begem kir.Me peymana derheqa sazkirina merk’ezeke li wî cûr’eîye li Almanîyayê îmze kir.Ewê îsal payîzê li Bêr’lînê bê vekirinê”,-kanslêrê gotîye.Merk’eza “T’ÛMO” ya bona hînkirina zar’oka û cahilaye, li k’îderê hînî têk’nolocîyaên nû dikin.Eva pr’ojeya Sêm û Sîlva Sîmonyanyane, yên ku li Bêyrût’ê ji dayîk bûne, lê li ŞAY dijîn.Navê merk’ezê navê parka Yêrêvanêye T’ûmo danîne ser, li r’ex k’îjanê merk’ez sala 2O11-a hate çêkirinê.Merk’eza li Bêr’lînê wê bibe li dinîyaê ya h’evta.Niha li Ermenîstanê û li Qerebag’ê çar merk’ezên Temoyê hene, yek li Yêrêvanê, yek li Gumirîyê, li Dîlîcanê û li Stêp’anakêrtêne.Îlona sala 2O18-a merk’ezeke wê li P’arîzê hate vekirinê, lê mijdara sala îsalin jî merk’ezek jî li Bêyrût’ê hate vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button