SerekeSîyasî

Barzanî û dêlêgasîya kongrêsa ŞAY qewimandinên li Îraqê gotûbêj kirine

Lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî dêlêgasîya kongrêsa ŞAY bi serk’arîya Cîm  Înhofom qebûl kirîye. “Ez şame, ku dêlêgasîya kongrêsa ŞAY silavkim.Me qewimandinên van axirîyayex li Îraqê û prosêsa sazkirina h’ukumata Îraqêye nû gotûbêj kirîye”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê, ya ku  r’ûp’elê Barzanîyî T’wîttêrada hatîye belavkirinê.Anegorî wê e’lametîyê, lîdêrê k’urd û dêlêgatên amêrîkî derheqa p’êwendîyên Hewlêrê û Waşîngtonêda xeberdane.Lîdêrê k’urd bona piştgirîya ŞAY-ye wextê şer’ê dijî DAÎŞ-ê r’azalixî e’lam kirîye.Xeberdan usa jî derheqa kirên DAÎŞ-da çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button