H’emû nûçe
Serekwezîrê Îraqê wê nava vê h’evtêda kabînêta wezîraye nû k’ifşke
Îraq nêzîkî sazbûna kabînêta wezîraye nû dibe, ya ku wê ji partîyaên sîyasî cudabe.Derheqa wê yekêda serekwezîrê t’ezek’ifşkirî Meh’med E’lewî gotîye. “Em nêzîkî destanîna dîrokî dibin.Emê kabînêta serbest sazkin, ya ku wê ji partîyayên sîyasî dûrbe”,-E’lewî T’wîttêrêda nivîsîye.Bi gotina wî t’eşkîla kabînêtaye nû, wê nava vê h’evtêda bê r’aberkirinê.H’etanî dudê adarê we’dê serekwezîrê Îraqê heye, ku wezîra r’aberî parlamêntê bike.