H’emû nûçeSereke

Barzanî qut’abî û cahilên K’urdistanê girêdayî 67-salîya h’îmdanîna yekîtîya qut’abîyên K’urdistanê û yekîtîya cahilaye dêmokratîkr’a pîroz kirine

Barzanî qut’abî û cahilên K’urdistanê girêdayî 67-salîya h’îmdanîna yekîtîya qut’abîyên K’urdistanê û  yekîtîya cahilaye dêmokratîkr’a pîroz kirine.Nava pîrozbahîyêda Me’sûd Barzanî gotîye: “Ez yekîtîya qut’abîyên K’urdistanê û yekîtîya cahilaye dêmokratîk pîroz dikim.Girêdayî salveger’a h’îmdanîna van yekîtîyar’a, ez h’emû qut’abîya pîroz dikim, yên ku p’erwerdebûna xwe li Herêma K’urdistanê berdewam dikin û ez bo wana açixîya dixwezim, nava şuxulk’arîya wanda, ya ku wê li ser pêşer’oja K’urdistanê  t’esîra xwe bihêle.Em bi şer’k’arîya weye bo mafê miletê me fir’nax dibin, bona emekê weyî nava şorişên Îlonê û Gulanêda, bo emekê weyî nava çand û ulmda. Hûn dîrokê bona  pêşer’oja miletê xwe çê dikin.Em gumanin,wekî xwendik’ar û cahilên me wê kadirên baş pêşda bibin, yên ku wê qulixî berjewandîyên cime’ta K’urdistanê bikin.Hûn p’arêzerên miletê xweyî qîmetlûne”.Em bêjin,wekî yekîtîya cahilên K’urdstanêye Dêmokratîk sala 1953-a hatîye damezirandinê, bona p’arastina mafên cahila û berjewandîyên wan.Hinek lîdêrên k’urd şuxulk’arîya xwe hema nava wê yektîyêda destpê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button