SerekeSîyasî

Barzanîyê lîdêr û Osman Baydêmîr yektîya k’urdaye miletîyê gotûbêj kirine

Lîdêrê k’urdî miletîyê Me’sûd Barzanî r’astî parlamêntvanê T’irk’îyaêyî berê, yê ji partîya Dêmokrasîya Gela Osman Baydêmîr hatîye.Wextê hevdîtinê fikirên derheqa qewimandinên sîyasîye van axirîyaye li R’ohilata Navîn û li K’urdistanê hatine p’evguhar’tinê.Wextê r’asthatinê girîngîya fe’mdarîya di navbera cime’ta K’urdistanêda, hindava banga aşîtîyê, vebûna r’êyên dîyalogê û  h’elkirina pirsgirêka hatine dîyarkirinê.Wextê hevdîtinê di navbera Barzanîyê lîdêr û Osman Baydêmîrda hatîye e’lamkirinê,wekî nêzîkbûna van axirîaye di navbera partîyayên k’urdaye sîyasîda bona civakê gerekê bibe bawarîya aşîtîyê û yekbûna miletîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button