H’emû nûçeSereke

Li parlamênta Ûkraînayê pr’oêkta derheqa k’omkujîya Ermenîda wê bê gotûbêjkirinê

Li parlamênta Ûkraînayê pr’oêkta derheqa k’omkujîya Ermenîda wê bê gotûbêjkirinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî înîsîyatîva pêşdak’işandina wê pr’ojeyê ya parlamêntvana partîya “Xölamê cime’tê” Darîya Volodînaye. Serokê yektîya ermenîyên Ûkraînayê Vîlên Şatvoryan înîsîyatîva parlamêntvana Ûkraînayê çawa gaveke girîng nav kirîye, ya ku merivh’izîyê, r’astîyê û heqîtîyê dide k’ifşê. Hatîye dîyarkirinê,wekî  nava deh salada eva cara çaraye ku r’êzolyûsîya derheqa naskirina k’omkujîya Ermenîda tê pêşdak’işandinê.Van axirîya endamê wê partîyayê Anton Polyakov ew yek pêşda k’işandibû. Sala 2O13-a  6-ê h’ezîranê dîsa ew pr’oje hatibû pêşdak’işandinê bi înîsîyatîva Vîlên Şatvoryan, Arsên Avagov û Nivêr Mxît’aryan. Sala 2O15-a du cara r’êzolyûsîya derheqa k’omkujîya Ermenîda hatibû pêşdak’işandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button