SerekeSîyasî

Seroketîya Sûrîyaê gerekê t’evî k’urda dijî T’irk’îyayê bibine yek: Bag’dasarov

R’ohilatzanê R’ûsîyayê Sêmyon Bag’dasarov wextê hevp’eyvîna xwe derheqa konflîkta T’irk’îyaê û Sûrîyayêda şirovekirîye û gotîye,wekî eskerê Sûrîyayê nikare li ber T’irk’îyayê ber xwe bide û bo wê yekê jî R’ûsîya gerekê Damişqê mecbûrke, ku ew t’evî mark’sîstên Sûrîyayê bibine yek, berê e’wlin t’evî k’urda.Bi fikira Bag’dasarov lazime eskerê k’urdayî cuda nava eskerê Sûrîyayêda sazkin. “K’urd zûva bi wê bawarîyê şer’ dikin.Evê mecalên eskerên Sûrîyayêye leşkerî carekêr’a qewatke.Ew yek dikare li ser e’rdêbe, lê ji hewê jî R’ûsîyaê piştgirîyê bide”,- Bag’dasarov gotîye.Ewî usa jî serda zêde kirîye,wekî ji alîyê pirsên leşkerî-sîyasîda Sûrîya dikare de’wa paşdadayîna Alêk’sandrîyayê, nava wanda usa jî bajar’ê Antîoxîyê, yên ku T’irk’îyayê sala 1939-a bi neqanûnî gîhandine xwe.Bag’dasarov gumane,wekî qirara wî cûr’eyî wê r’uh’ê sûranîya bilindke. P’êşekzan usa jî bîr anîye,wekî niha eskerê T’irk’îyaêyî h’evt h’ezarê û ji du h’ezara zêdetir têxnîka leşkerî hazirin. Bi gotina wî qewatên Êrdog’an t’êrê dikin ku bêyî alîk’arîya NATO-ê pirsgirêkê bo k’ara xwe h’elke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button